Amerika: Pêvajoya Astana qediya ye!

Êrîşên hukimeta Suriye li Xûta Rojhilat dîtina Amerika liser pêvajoya Astanayê jî guherand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşên hukimeta Suriye li Xûta Rojhilat dîtina Amerika liser pêvajoya Astanayê jî guherand.  Amerika diyar dike ku, bawerî bi herêmên kêmkirina şer ku yek ji xalên sereke yên pêvajoya Astanayê ne, nema ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerika Heather Nauert di kongreya xwe ya rojnamevanî de destnîşankir ku, zêdeyî 400 mirovan bi awayek herî hovane ve hatine kuştin û rejîma Esed bi destê Rûsya û Îranê liser piyan dimîne.

Ligor Nauert rûdanên dibin, diyardeya wê yekê ne ku pêvajoya Astana qediya ye ê zêdeyên welatan piştgiriya pêvajoya Cenewê dikin.

Pêvajoya Astana bi garantoriya sê welatan – Rûsya, Iran û Tirkiye birêve diçe. Herêmên kêmkirina şer li Suriye, yek ji babetên sereke, ku her sê welat liser rêkeftine ye.

 

 

C.B