Tirkiye ji azadkirina Muslim dilgiran bû
Cîgirê Serokwezîr û berdevkê hukimetê Bekir Bozdag biryara dadgeha Komara Çek biryarek nehiquqî binav kir û destnîşankir ku, ev biryar dê bandore li pêwendiyên her du welatan bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Azadkirina Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û berpirsê komîteya pêwendiyên derve yê heman Partiyê Salih Muslim, ji alî dadgeha Komara Çek ve dilgiranî ligel hukimeta Tirk peyda kir.
Cîgirê Serokwezîr û berdevkê hukimetê Bekir Bozdag biryara dadgeha Komara Çek biryarek nehiquqî binav kir û destnîşankir ku, ev biryar dê bandore li pêwendiyên her du welatan bike.
Ligor Bozdag, Muslim serokêk rêxistina terorê ye û azadkirina wî nêzîkahiya welatên yekîtiya Ewrûpa carek tine ber çav ku, helwêsta wan hemberî Tirkiye neyênî ye û sekna wan girêdayî rêxistinên terorî yên hemberî Tirkiye jî carek din eşkere bû.
Salih Muslim liser giliyê Tirkiye berî sê rojan li paytexta Komara Çek Prag hatibû desteserkirin û îro ji alî dadgehê ve serbest hate berdan.
C.B