Heyva Sor a Kurd alîkariyên mirovî ji bo Efrînê dide hev
Heyva Sor a Kurd li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 82 milyon Lîreyên Sûrî wek alîkarî ji bo bajarê Efrînê dan hev.
K24 – Navenda Nûçeyan
Heyva Sor a Kurd li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 82 milyon Lîreyên Sûrî wek alîkarî ji bo bajarê Efrînê dan hev.
Heyva Sor a Kurd û hejmarek ji rêxistinên civaka sicîl ku 11 roj in koneke piştgîriyê ji bo Efrînê li bajarê Qamişlo vedabûn îro di konferanseke rojnamevanî de ragihandin, wan karîn zêdetir ji 82 milyon Lîreyên Sûrî wek alîkarî ji bo bajarê Efrînê bidin hev.
Herwiha amaje bi wê yekê jî kirin, her kesê ku bixwaze piştgîriya Efrînê bike, deriyê danheva alîkariyan vekirî dimîne.
Tîmeke Heyva Sor a Kurd a Cizîrê di 23 meha Çileya bûrî de gihiştibû bajarê Efrînê zêdetir mehekê li Efrînê ma û alîkariyên tenduristî ji sivîlan re pêşkêş dikir.
Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ve, gelek rêxistinên civaka sivîl li herêma Cizîrê kampînên danheva alîkariyan ji bo xelk û qurbaniyên Efrînê bi rê ve birin û hîn jî berdewam in.
S. B