The Economist: Medya Tirk rastiya Efrînê nanivîse
The Economist diyar dike ku, medya tenê di pencereya artêşê û desthilatê de Operasyonê digre dest, devê medyayê girtiye û medya Tirk medyayek newêrek e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara naskirî ya Ingilizî The Economist rexneyên giran li medyaya Tirkiye girt. Ligor kovarê bi taybetî girêdayî Operasyona Efrînê medya Tirk tenê ligor fermanên desthilatê tevdigere û nirxên rojnamevaniyê daye aliyekî.
The Economist diyar dike ku, medya tenê di pencereya artêşê û desthilatê de Operasyonê digre dest, devê medyayê girtiye û medya Tirk medyayek newêrek e.
Di gotarê de hatiye ku, niha desthilat ne pêwîst e sansurê bikar bîn e, jiber ku “rojnamevan” dizanin ligor daxwazên desthilatê çi binivîsin.
The Economist dinivîse ku, rastiya liser erdê tiştek e û agahdariyên liser Operasyonê di medyaya Tirk de tiştek din in.
C.B