Yildirim: Operasyona Efrînê, bi demê ne sînordar kiriye

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, operasyona ser Efrînê bi demê re sînordar nîn e û ew dê li deverên din jî operasyonan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, operasyona ser Efrînê bi demê re sînordar nîn e û ew dê li deverên din jî operasyonan bikin.

Da zanîn, heta ku PKK bêbandor bibe û gef li ser sînorên wan nemîn e dê şerê wan berdewam bike. Yildirim, di konferansa pêşxistina pîşesaziya parastina netewî de axivî.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim got: ".. Ev operasyon bi mafên me yên rewa û mafnasiya navnetewî destpê kir û heta dawî dê berdewam bike. Jibo vê roj û dem negirîng e. Heta ku rêxistina terorê bitemamî tune bibe dê berdewam bike. Ev operasyon bi Efrînê re sînordar nîne. Li ser sînorên me teror û gef li ku derê hebe, ewder bo me aramanc e û çi pêwîst be emê li wan deran bikin."

 

C.B