HDP daxwaza rawestandina Operasyona Efrînê dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li hikûmeta Tirkiyê dike, gavek zûtir operasyona ser Efrînê rawestîn e û biryara agirbestê ya Netewên Yekbûyî cîbicî bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li hikûmeta Tirkiyê dike, gavek zûtir operasyona ser Efrînê rawestîn e û biryara agirbestê ya Netewên Yekbûyî cîbicî bike.
Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî, di daxuyaniyeke hevpar de destnîşankirin ku, Hikûmeta AK Partî dixwaze operasyona dagirkirina Efrînê ferehtir bike û dibêjin, aliyên piştevaniya vî şerî dikin, di warê wijdanî de berpirsiyar in.
Hat destnîşankirin, alî bo berdewamiya desthilata xwe, her roj ciwanên bêguneh dikin qurbanî û dan zanîn, bi şer, bi kuştin û mirinê tu pirsgirêk çareser nabe.
Hevserokan daxwaz kirin, gavek zûtir biryara Netewên Yekbûyî ya derbarê agirbesta seranserê Sûriyê bê bicîhkirin, rêya diyalog û gotûbêjan bê vekirin.
C.B