Hilbijartinên 2019an ji niha ve – rojeva Tirkiyê ne
Siyaset û civaka Tirkiyeyê bi awayek xûrt hilbijartinên 2019an gengeşe dike. Lewra dê di sala 2019an de giringtirîn hilbijartinên dîroka Tirkiyeyê birêve biçin...
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûçe - Analiz
Siyaset û civaka Tirkiyeyê bi awayek xûrt hilbijartinên 2019an gengeşe dike. Lewra dê di sala 2019an de giringtirîn hilbijartinên dîroka Tirkiyeyê birêve biçin û kesê ko dê bibe serokomar bi desthilatdariyeke xûrt Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê partiyên siyasî ji niha ve dest bi amedekariyan dikin û hevpeymaniyan ava dikin. Beramberî hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê eger heye ko CHP, HDP Partiya Saadet û Iyi Partî hevûdû bigirin.
Ji hilbijartinên 2019an re digel ko ji salek zêdetir dem maye aliyên siyasî bi awayek xurt dest bi amedekariya hilbijartinan dikin. Lewra hilbijartinên 2019an hilbijartinên hevpeymaniyê ne û AK-Partî û MHP ev demek e hevalbendiya xwe ragihandine. Gengeşe li ser wê yekê ye ko gelo dê Partiya Saadetê jî beşdarê hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê bibe an nebe? Lewra ev partiya rastgir û oldar ji bo AK-Partiyê gelek giring e. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dixwaze dirûşma xwe ya bi navê ``netewî û xomalî`` bi hevalbendiya Partiya Saadetê berceste bike. Erdogan çend caran ji Partiya Saadetê daxwaza hevpeymaniyê bike jî bersivek erenî nestand. Erdogan jî di dawiyê de got ``Xêr biçî``
``Em dixwazin hin partiyên din jî beşdarê hevpeymaniya me bibin. Le ger ew ji bo xwe rêyek din hilbijêrin em ê jî ji wan re bibêjin bi xêr biçin. Wekî din tiştek ji destê me nayê.``
Beramberî hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê hevpeymaniya CHP, Iyî Partî û Saadetê tê gengeşekirin. Di derbarê vê yekê de Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu gotibû di siyasetê de hevpeymanî li ser rêgezan tê avakirin û rexne li hevalbendiya AK-Partî û MHPyê girtibû.
Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî bi erenî pêşwaziya pêşniyara siyaseta bi rêgez a Partiya Saadetê kiribû.
Seroka Partiya Iyî Meral Akşenerê jî berî niha eşkere kiribû ko hêviya wê hevpeymaniyek digel Partiya Saadetê û Partiya Demokrat e.
Lê Partiya Demokratîk a Gelan HDP dê di hilbijartinên 2019an de çi bike û dê digel kê hevpeymanî bike ne diyar e. HDP heta niha li ser vê mijarê ti daxûyaniyeke fermî nedaye. Tenê Hevseroka HDPyê Pervîn Buldan gotibû partiyên di referandûma 16ê Nîsanê de li dijî Erdoganî lihev giritibûn divê niha jî hevkarî bikin.
Di sala 2019an de li Tirkiyeyê dê 3 hilbijartin bi rê ve biçin û giringtirîn hilbijartina dîroka Tirkiyeyê, hilbijartina Serokomartiyê ye. Lewra kesê ko wekî Serokomar were hilbijartin dê bi tena serê xwe Tirkiyeyê birêve bibe.
C.B