Armanca civînên şanda Bexdayê li Hewlêr hat eşkerekirin

Elî Elaq: Şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê, li bendî fermana Serokwezîrê Iraqê ye ji bo xerckirina mûçeyên fermanberan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq, ku niha bi serokatiya şandekê serdana Hewlêrê kiriye, armanca civîna xwe li gel wezîrê diraviya Herêma Kurdistanê eşkere kir û got: Ji bo xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, em li bendî fermana Ebadî ne, heger ferman da, emê mûçe radestî şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê bikin daku.

Elî Elaq di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ji bo hevrêziyê derbarê baca bankî, ewê li gel wezîrî diraviya Herêma Kurdistanê bicive, daku du corên wergirtina bacê di nav Hewlêr û Bexdayê de nemîne, ev jî wa dike ku kêşe û pirsgirêk kêm bibin û kêmanî bên çarekirin".

Elaq got jî: "Ew pereyên li şaxên Banka Nawendî ya Iraqê li Herêma Kurdistanê hatiye danîn, ji bo bicîkirina wan karan e, ku tên pêş. Her demekê Serokwezîrê Iraqê biryara dayina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bide, wê şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Iraqê, ji wan pereyên li cem xwe mûçeyên fermanberan bide, bi wateyeke din, şaxê Hewlêrê yê Banka Navendî li bendî fermana Serokwezîrê Iraqê ye ji bo xerckirina mûçeyên fermanberan".

N.O