Tirkiye sedemeke din a girtina Ocalan aşkere dike

Serokerkanê berê yê Tirkiyê Îlker Başbug dibêje, Amerîka ji bo PKKê kontrol bike Rêberê PKKê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê berê yê Tirkiyê Îlker Başbug dibêje, Amerîka ji bo PKKê kontrol bike Rêberê PKKê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kir.

Îlker Başbug ji rojnameya Hurriyetê re axivî û di derbarê pêwendiyên PKK û Amerîkayê de got: Rebêrê PKKê Abdullah Ocalan dema li Sûriyê bû, di bin kontrola dezgeha hawalgirî El-Muhaberat û dewleta Rûsyayê de bû.

Got jî, lê Amerîka di sala 1999an de Abdullah Ocalanî girt û radestê Tirkiyê kir. Di encamê de PKK ji bin kontrola Sûriyê derket û ket bin kontrola Amerîkayê.

Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji sala 1979an heta 1998an nêzikê 20 sal li Sûriyê mabû di sala 1999an de jî li Kenayayê hatibû girtin.

 

S. B