Leşkerekî Tirk li Efrînê hate kuştin

Di çarçoveya operasyona li dijî Efrînê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya operasyona li dijî Efrînê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Hat ragihandin, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê û di encama teqînekê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da û leşkerekî din jî birîndar bû.

Bi vî awayî û li gor amarên fermî yên Tirkiyê ji destpêka operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê heta niha 43 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 203 leşker jî birîndar bûn.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê niha di roja xwe ya 53emîn de ye û Arteşa Tirkiyê hewl dide bikeve navenda bajêr a Efrînê.

 

S. B