Demîrtaş bo cara çaremîn diçe dadgehê
Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi tohmeta bangeşekirina PKK îro çaremîn car e tê dadgehkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi tohmeta bangeşekirina PKK îro çaremîn car e tê dadgehkirin.
Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, îro hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bo cara çaremîn derdikeve pêşberî dadgehê û berevaniya xwe dike.
Diyar kir jî, Demîrtaş di çarçova yasaya têkoşîna li dijîterorê de tê darizandin, ku di roj 21ê Adara 2013an de li Newroza Diyarbekirê gotarek pêşkêş kiribû.
Ligel Selahatîn Demîrtaşî, Parlementerê HDPyê Sirri Sureyya Onder jî tê dadgehkirin, ku her duyan propagenda ji PKKê re kirine û pesna Rêberê PKKê Abdulah Ocalan kirine.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Demîrtaş di destpêka berevaniya li xwe de jî ji dadgehê re got: “Ti biryarek dadgehê li ber destê we nîn e, ez parlemanterê HDPê me û mafê we yê yasayî ku min dadgeh bikin nîn e, divê di nava dosya we de biryar ji parlemantoya Tirkiyê ve hebe, lê tenê li ber destê we yasaya sala çûyî ya rakirina parêzbendiya parlemanteran hatibû derxistin heye, ew jî ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ve hatiye pesend kirin, lê ew li derveyî destûra bingehîn ya Tirkiyê ye. Destûra bingehîn ya Tirkiyê jî parastina parlemanteran dike.”
Peyamnêrê me amaje bi wê jî kir, bi sedan kes ji alîgirên HSDê li pêş dadgehê kom bûne û ji nêzîk ve dozê dişopînin.
Ji aliyekî din ve li Enqereyê jî dadgehkirina Cigîra Hevseroka berê ya HDPê Aysel Tugluk bi rê ve diçe û ew jî bi rêvebertiya rêxistina terorê tê tohmetbarkirin.
S. B