Hikûmeta Herêmê daxwaza qerebokirina qurbaniyên Helebçe dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê bi boneya 30emîn salvegera tawana kîmyabarana Helebçeyê belav kir û ragihand, daxwaz ji Iraqê dikin bi erkê xwe yê qerebokirina qurbaniyan û avadankirin Helebçeyê cibicî bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat, di heyama çend xulekan de, di sibeha roja 16ê Adara 1988an de di êrîşeke dirinde ya rêjîma dîktatorî de 5 hezar şehîd û nêzîkî 10 birîndar bûn, guneha wan ne tişt bû, tenê ku ew Kurd bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji dewleta Iraqê kir, ku bi erkê xwe rabin û qurbaniyên Helebçeyê qerebo bikin û bajarê Helebçeyê jî avadan bike.
Her wiha bang li civaka navdewletî kir jî, ku careke din rê ne de tawaneke din li çi cihekî din li ser zemîn dubare nebe.
S. B