Erdogan serdana Diyarbekir û Mêrdînê dike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji bo tevlîbûna Kongreya Asayî ya 6’emîn a Ak Partiya Diyarbekirê dê sibê (17.03.2018) serdana bajarê Diyarbekir û Mêrdînê bike.

K24 – Diyarbekir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji bo tevlîbûna Kongreya Asayî ya 6’emîn a Ak Partiya Diyarbekirê dê sibê (17.03.2018) serdana bajarê Diyarbekir û Mêrdînê bike.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, Ji bo serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a Diyarbekirê, li nav bajêr û derdora bajêr amadekariyên ewlehiyê berdewam dikin.

Ji bo vê serdanê hêzên ewlehiyê bergirên xwe zêdetir kir. Nav bajêr bi pankart û bîlboardên bixêrhatina serokomar hatin xemilandin û nivîsên li ser pankartan bal kişandin. Di pankartan de nivîsên wekî; “Bi xêr hatî lehengê 15’ê Tîrmehê” Tu ne tene rêberê welatekî, tu rêberê cîhanê yî” Tu bi xêr hatî bajarê sehabe û pêxemberan” “Tu bi xêr hatî bajarê şaristaniyan” hatine bikaranîn.

Di pêvajoya ku şerê li hember Efrînê didome de peyamên ku dê Erdogan ji bo xelkê Diyarbekir û Bakur bide tê mereqkirin. Piştî serdana Mêrdînê, dê Serokomarê Tirkiyê derbasî Diyarbekirê bibe.

 

S. B