Riwangeha Sûrî: Artêşa Tirkiyê derbasî nav Efrînê bûye
Artêşa Sûrî ya Azad: Geraca kevin û taxên Eşrefiye û Cemîliye li Efrînê ji aliyê ketîbeyên me ve hatine kontrolkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Medya Tirkiyê belav kiriye ku hêzên artêşa Tirkiyê û ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, derbasî nav bajarê Efrînê bûne.
Li gorî zanyariyên Kenala CNN TURK artêşa Tirkiyê ji rojhilat û rojavayê Efrînê ve, êrîşeke berfireh li ser navenda bajar destpê kir û derbasî nav bajar bû.
Li gorî zanyariyan, piştî du rojan ji aramiyê li nav Efrînê, îro firokeyên cengî yên Tirkiyê bi tovî navenda bajarê Efrînê bordûman kirin û şerekî dijwar destpê kir û dengên teqînan li navenda bajar hat bihîtin.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Sûrî ya Azad ragihand, ku geraca kevin û taxên Eşrefiye û Cemîliye li Efrînê ji aliyê ketîbeyên wan ve hatine kontrolkirin.
Herwiha Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, derbarê rewşa meydanî ya Efrînê ragihand ku "Artêşa Tirkiyê û ketîbeyên Artêşa Azad derbasî nav bajar bûne."
Di beramber de ajansa Furat News ya nêzîkî PKK belav kiriye, ku bi sedema destpêkirina şerekî dijwar di nav Hêzên Sûrya Demokrat û artêşa Tirkiyê de û ketîbeyên opozisyona Sûryê li taxên Eşrefiye û Mehmûdiye li nav bajarê Efrînê, hejmareke mezin ji serbaz û çekdarên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê hatine kuştin û hejmarek ji wan hatine dîlkirin.
Ji aliyê xwe ve jî, heya niha YPG derbarê derbasbûna Artêşa Tirkiyê ji bo nav bajarê Efrînê, ti daxuyanî nedaye.
N.O