Wezîrê perwerdê: Pereyê Bexdayê ji bo hemû wezaretan e
Piştîwan Sadiq: Hikûmeta Iraqê beramberî ew sozên dabûn fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê, nerastgo bû.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro Duşemê 19/3/2018an, wezîrê perwerda Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Hikûmeta Iraqê ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tenê birrê 317 milyar dînar, ji bo tevahiya wezaretan Herêma Kurdistanê xerc kiriye, nek tenê mûçeyên wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê".
Herwiha got: "Hikûmeta Iraqê beramberî ew sozên dabûn fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê, nerastgo bû. Heya ku Hikumeta Herêma Kurdistanê karibe mûçeyên mehane yên fermanberan bi temamî bibe, pêwîstiya wê bi 900 milyar dînar heye.
Daxuyaniyên wezîrê perwerdê hevdem bûn, li gel postekî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku li ser facebookê nivîsiye: " Tevî berdewamiya piroseya hûrbîniyê ji bo em piştrast bibin, ku mûçe wê bigihêje wan kesên hêjayî ne, lê wezareta diraviya Iraqê fermana xerckirina mûçeyên tevahiya fermanberên Herêma Kurdistanê derxistiye".
Lê Heyder Ebadî ti hûrkariyek li ser birrê wan pereyan û çawaniya dabeşkirina mûçeyan ranegihandiye, di demekê de, berî niha wezareta diraviya Herêma Kurdistanê, li ser wê pirsê daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje: "Bexda ew birrê pereyan ji bo mûçeyên tevahiya wezaretan şandiye, di demekê de, mûçeyên Herêmî Kurdistanê bê paşeketkirin 900 milyar dînar e û bi sîstema niha ya paşeketkirinê, pêwîstiya me bi 590 milyar dînar heye, lewra em bi hêvî ne, Bexda li ser şandina mûçeyên mehane berdewam be".
N.O