Bi vîdyo.. Erdhejek Efrîqya dike du beş

Zanayekî ciyolociya: Ew derz wê mezintir bibe û di pêşerojê de, wê Efrîqya bike du beş.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di encama erdhejekê û guhertinên jêr zemînê de, li rojhilatê Efrîqya derzeke mezin di zemînê de çêbûye.

Zanayê ciyolocî yê Kînî David Ahidy ragihand, ku erdhejê derzeke mezin li ser riwê zemînê çêkiriye û got: "Ew derz wê mezintir bibe û di pêşerojê de, wê Efrîqya bike du beş".

Herwiha navhatî got: "Riwê zemînê li sînorê Somalê, derz lêketiye û 2.5 santîmetran parçeyek nizim bûye, heger ew pirose berdewam bike, wê roj biroj metirsiya dabeşbûna Efrîqya zêde bibe".

Ew derz li ser riwê zemînê li nav welatê Kînya çêbûye, kûrahiya wê 20 metir û panbûna wê jî 15 metr e.

N.O