"Şervanan 9 çalakî li nav Efrînê encam dan"

Peyvdarê YPG: Şervanan çalakiyek li navçeya pîşesazî li Efrînê, li dijî çekdarên Feyleqa Şamê ya ser bi artêşa Tirkiyê ve encam dan û di encamê de, 19 çekdar hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

YPG eşkere kir ku şervanên wan, di sê rojên derbasbûyî de, 9 çalakî li nav Efrînê encam dane û bêtirî 60 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve kuştine.

Peyvdarê (YPG) li Efrînê Birûsk Hesekê ji ajansa Hawar re ragihand, ku "Şervanan li navçeya pîşesazî li Efrînê, êrîşî çekdarên Feyleqa Şamê ya ser bi artêşa Tirkiyê ve kirin û di encamê de, 19 çekdar hatin kuştin û 4 otombêlên serbazî hatin têkşikandin".

Herwiha Birûsk Hesekê diyar kir, ku di sê rojên derbasbûyî de, şervanan 9 çalakî li dijî çekdarên beşdar di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de encam dan û 60 çekdar ji wan li Efrînê kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Navhatî tekez kir, ku ewê çalakiyên xwe yên serbazî li nav Efrînê berdewam bikin heya wî bajarî ji bin destê Tirkiyê rizgar bikin.

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, di 20 Çileya derbasbûyî de, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina wê operasyonê, artêşa Tirkiyê di roja 18 Adarê de, bajarê Efrînê bi temamî kontrol kir.

N.O