Kammenos: Tirkiye bila 1821an bîne bîr a xwe
Wezîrê Berevanî yê Yunanistanê Panos Kammenos di pîrozbahiyên cêjna neteweyî ya Yunanistanê -di 25ê Adarê de, gotinên tund hemberî Tirkiyê anîn ziman
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevanî yê Yunanistanê Panos Kammenos di pîrozbahiyên cêjna neteweyî ya Yunanistanê -di 25ê Adarê de, gotinên tund hemberî Tirkiyê anîn ziman.
Di gotara xwe ya li paytexta Yunanistanê Atinayê de kammenos diyarkir ku: “Têkoşerên Yunanî di 1821an de Imparatoriya Osmanî têk birin. Yên ku îro hîn jî xewnên Imparatoriya Osmanî ya mezin dibînin, bila 1821an bînin bîr a xwe. Yên ku fikarên êrîşberiyê di mêjiyên wan de hebin, em dê wekî 1821an wan têk bidin!”…
Ev demek e bi taybetî li Deryaya Ege û Deryaya Naverast, alozî di navbeyna her du welatan de rû didin.
C.B