Çavuşoglu: Siyaseta me ya derve gelek serkeftî ye
Ligor Çavuşoglu: Siyaseta derve ya Tirkiyê gelek mirovane ye û ev yek berdewamiya nerîta bapîrên wan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîna AK Partî ya şaxa Bursayê de liser siyaseta derve ya Tirkiye axifî.
Çavuşoglu diyarkir ku, Weha nebînin ku, çend welatên Rojavayê Ewrûpa dixwazin me ferî hin tiştan bikin, rêz a Tirkiye li cîhanê gelek bilind e.
Ligor Çavuşoglu: “Siyaseta derve ya Tirkiyê gelek mirovane ye û ev yek berdewamiya nerîta bapîrên wan e. Siyaseta Tirkiye bibandor û mirovane ye û di navbeyna van her du mijaran de pêwendiyek berfereh heye. Siyaseta Tirkiye encamdar e û sûdmend e. Her çend hin welatên Rojavayê Ewrûpa vê rastiya Tirkiye nabînin jî, rêz a Tirkiye li cîhanê bilind e”
Tirkiye bi taybetî ji alî welatên rojavayê Ewrûpa, Amerika û dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan, azadiya ramanî û rojnamegerî ve tê rexnekirin, ku azadiyên bingehîn ên demokrasiyê binpê dike...
C.B