Kompaniyên Tirkî vedigerin firîngeha Hewlêrê
Hêla ezmanî ya Tirkiyê: Îro geştên ezmanî di nav Stenbolê û Hewlêrê de destpê dikin û di demeke kin de, 151 bilêtên seferê ji bo Hewlêrê hatine firotin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro hêla ezmanî ya Tirkiyê geştên xwe ji bo firîngeha navdewletî ya Hewlêrê destpê dike.
Di daxuyaniyekê de, hêla ezmanî ya Tirkiyê ragihand, ku ji îro êvarî ve, wê geştên ezmanî di nav Stenbolê û Hewlêrê de destpê bikin û diyar kir, ku, di demeke kin de, 151 bilêtên seferê ji bo Hewlêrê hatine firotin.
Piştî rakirina dorpêça ezmanî ji ser ezmanê Kurdistanê, ji aliyê Iraqê ve, serokwezîrê Tirkiyê ragihand, ku wan jî biryar daye dorpêçê rakin, lê ew biryar firîngeha Silêmaniyê lixwe nagire, ji ber ku çend partiyên wî bajarî piştevaniya PKKê li dijî Tirkiyê dikin.
Piştî bêtirî pênc mehan ji dorpêşa ezmanî li ser Herêma Kurdistanê, di 13 Adara 2018an de, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryara vekirina firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê da û roja 14/3/2018an, şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê kir û di merasîmekê de, bi amadebûna herdu wezîrên navxwe yên Herêma Kurdistan û Iraqê, firîngeha Hewlêrê hat vekirin.
Di 29/9/2017an de, Hikûmeta Iraqê dorpêça ezmanî li ser Herêma Kurdistanê sepand û geştên navdewletî li herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kir. Piştî çend mehan û çendîn civîn di nav Herêma Kurdistan û Iraqê de, biryar hat dayin ku dorpêçaa ezmanî ji ser Herêma Kurdistanê bê rakirin.
N.O