Hediya Yûsif: Me biryar daye xelk ji Efrîn derkeve
Hediya Yûsif: Me biryar daye xelk ji Efrîn derkeve, daku miletê Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê, rastî komkujiyên mezin neyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka Encûmena Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryê ragihand, ku şerê Efrînê bûye şerê gerîlatî û her cihekî artêşa Tirkiyê lê hebe, ewê operasyonan pêk bînin.
Hediya Yûsif ji ajanseke nêzîkî YPG re ragihand, ku wan biryar daye xelk ji Efrîn derkeve, daku miletê Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê, rastî komkujiyên mezin neyê.
Yûsif tekez kir, ku niha şerê li Efrînê, bûye şerê gerîlatî û her cihekî artêşa Tirkiyê lê hebe ewê dest bi operasyonan bikin û ewê heyfa komkujiyên ku Tirkiyê li Efrînê kirine hilînin.
Derbarê gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê Efrînê yên mişext bûne, navhatî got: "Heya niha ti rêxistineke mirovî alîkariya xelkê Efrîn nekiriye".
Di roja 20ê Çileya derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî 2 mehan, di roja 18ê Adarê de, artêşa Tirkiyê dagîrkirina bajarê Efrînê ragihand.
Hevdem li gel wê yekê, fermandeyên YPGê ragihandin, ku ji bo parastina canê welatiyan, wan şervanên xwe ji wî bajarî kişandin, lê niha bi gotina Hediya Yûsif, wê şerê gerîlatî li Efrînê destpê bike.
Di çend rojên derbasbûyî de jî, gellek çalakvanên Efrînê li ser torên civakî, tekez kirin ku şervanên YPGê gellek malên Efrînê mayin kirine û li ser rêbendên herdu bajarokên Nubbil û Zehra jî, rê nadin welatiyên Efrînê ku li malên xwe vegerin.
Hevdem li gel wan daxuyaniyan, endamê serkirdatiya TEVDEMê Aldar Xelîl ji medya PYDê re ragihand, ku mişextbûna xelkê ji Efrînê berxwedan e û divê xelk venegerin, herwiha hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed li ser rûpela xwe ya facebookê, bang li welatiyên Efrînê kir ku li malên xwe venegerin û derbasî bajar nebin û got: "Jiyana we ji cilşoyekê buhatir e û axa we ji can jî buhatir e, lewra divê hûn niha venegerin, heya Efrînê ji terora Tirkî û DAIŞî bê azadkirin".
N.O