Nêçîrvan Barzanî derbarê xalên pişkinînê yên neyasayî biryarek derxist
Hikûmetê daxwaz ji welatiyan kiriye, di dema dîtina her xaleke pişkinînê ya neyasayî de, pêwîst e aliyên pêwendîdar agahdar bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî nivîseke fermî, ku kopiyeke wê bi dest Kurdistan24ê ketiye, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, derbarê xalên pişknînê yên neyasayî, çend biryarek derxistiye û ragihandiye, ku nabe tu kes û aliyek xalên pişkinînê yên neyasayî li ser riyan deynin.
Herwiha di wê nivîsê de hatiye: "Nabe ti kes û aliyek bi awayekî neyasayî pereyan ji welatiyan werbigirin, ji bilî wan pereyên ku wezaret û fermangehên pêwendîdar li gorî rênma û yasayan ji xelkê werdigirin".
Bi biryara serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku bi wê nivîsa fermî hatiye ragihandin, çi kesê ku vê biryarê binpê bike, wê rastî tedbîrên yasayî bê.
Herwiha di wê nivîsarê de, daxwaz ji welatiyan hatiye kirin, ku di dema dîtina her xaleke pişkinînê ya neyasayî de, pêwîst e aliyên pêwendîdar agahdar bikin.

N.O