Erdogan: Ger Iraq PKK ji Şingalê dernexe emê wan derxin
Erdogan: Sebra me beramberî Şingalê nemaye û li dijî PKKê emê her karekî bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku heger Hikûmeta Iraqê nikaribe PKK ji Şingalê derxîne, wê Tirkiyê dest bi operasyonekê li dijî PKK li Şingalê bike û got: "Sebra me beramberî Şingalê nemaye û li dijî PKKê emê her karekî bikin".
Di kongirekî rojnamevanî de, berî çûna wî ji bo Bulgarya, Recep Tayip Erdogan ragihand: "Berpirsekî dezgeha hewalgiriya Iraqê serdana Tirkiyê dike ji bo danûstandinan derbarê dûrxistina PKKê ji Şingalê".
Erdogan diyar kir, ku "Nekişandina hêzên Amerîkî ji Minbic, ji derveyî îrada Trump e û em dixwazin li gel Amerîka bi hevbeşî Minbic birêve bibin û bajar radestî xelkê wî bikin".
Her derbarê wê pirsê, peyvdarê operasyonên hevbeş yên Iraq emîd Yehya Resûl, ji ajansa Anadol re got: "Yekîneyên firqeya 15an ya ser bi artêşa Iraqê ve, gihiştiye bajarê Şingalê û bajarokê Sinûnê, ji bo parastina ewlehiya navçeyê bike û rê li ber çêbûna valahiyeke emnî bigire, belavbûna wê hêzê jî li ser fermana Hikûmeta Iraqê bûye".
Zelal jî kir, ku "Yekîneyên serbazî yên artêşa Iraqê li wan navçeyan belav bûne, ku berî niha bingeh û baregehên PKK bûn, piştî ku PKK kişandina çekdarên xwe ji wê deverê ragihand".
N.O