Osman: YPG rê nade Efrînî vegerin bajarê xwe
Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê Azad Osman dibêje, ew hewl didin koçberên Efrînê vegerînin Efrînê li YPGê rê nade xelk vegere bajarê xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê Azad Osman dibêje, ew hewl didin koçberên Efrînê vegerînin Efrînê li YPGê rê nade xelk vegere bajarê xwe.
Endamê Komîta Pêwendiyan a Encûmena Sivîl a Efrînê Azad Osman ji K24ê re ragihand, wan wek Encûmena Sivîl a Efrînê her hewlekê ji bo hevkariya bi xelkê Efrînê re dikin, ku di çend rojên bûrî de wan karîye 2 nanxane û nexweşxaneyekê amade bikin. Herwiha wan karîye navenda zelalkirina ava vexwarinê jî amade bikin, ji bo ava vexwarinê bigihe xelkê Efrînê.
Azad Osman diyar kir jî, ew niha rojê 5 ton ard derbasî Efrînê dikin, ji bo bê beramber li xelkê Efrînê bê belavkirin. Herwiha wan karîye hejmarek ji nexweşan ji Efrînê derbixin ji bo werin dermankirin.
Amaje bi wê jî da, di 2 rojên bûrî wan kariye rojê hezar koçberî Efrînê vegerînin bajarê Efrînê, lê ev prose rastî astengkirinê ji aliyê YPGê ve tê, ku rêbendên YPGê yên li çiyayê Lêlûn rê nade xelkê Efrînê vegerin bajarê xwe û guleyan bi ser xelkê re berdide tekerên otombîlan diteqînin.
Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê da zanîn jî, wan riyeke din peyda kirine, ku karwanên biçûk tê re dikarin vegerin Efrînê. Got jî, ji ber hebûna mîn û bombeyan niha Efrîn nikare bi sed hezaran pêşwaziya xelkê bike, loma ew pêwîst dibînin ku xelkê Efrînê bi hejmarên biçûk vegerin.
Derbarê vejişîna grûpên çekdar ji nava Efrînê û pakirina bajêr ji mîn û bombeyan, Azad Osman got, di rojên nêzîk de civîneke wan bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re heye, ewê di wê civînê de wan pirsan guftûgo bikin.
Got jî, grûpên çekdar ên derbasî Efrînê karên gelekî xirab û talan kirin, ku beşek ji wan hatin desteserkirin û hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê li bajarê Ezazê dest danî ser kelûpelên ku ji Efrînê hatine dizîn û ew hewl didin wan kelûpelan vegerînin Efrînê.
Li ser projeya guhartina demografî û anîna beşek ji xelkê Xûtaya Rojhilat bo Efrînê, Azad Osman got, ew wê yekê bi ti awayekî qebûl nakin û dê vê pirsgirêkê bi berpirsên Tirkiyê re guftûgo bikin.
Derbarê derbasbûna wê encûmenê ji Efrînê re got, Efrîn ta niha ne ji aliyê ewlekariyê û ne ji aliyê rêveberiyê ve amade ye, ji ber ku hemû avahiyên fermî yên Efrînê hemû hatin şewitandin û mayînkirin, ew bi rêxistinên navdewletî re di pêwendiyê de ne, ji bo Efrîn ji bombeyan bê pakirin û ew vegerin Efrînê.
Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê diyar kir, encûmena wan bi awayekî demkî ye û ji bo vê rewşa awarte û pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê Efrînê re ye, dema rewşa Efrînê aram bibe, wê demê xelkê Efrînê dikarin encûmeneke sivîl li bajarê ava bikin.
Piştî dagîrkirina artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bajarê Efrînê di roja 18ê Adarê de, roja 19ê Adarê jî beşek ji Efrîniyên li Tirkiyê dimînin kongreyek li bajarê Dîlokê lidar xistin û encûmeneke sivîl ji bo hevkariya xelkê Efrînê damezrandin.
S. B