HDP: Hebûna artêşa Tirkiyê li Efrînê dagîrkerî ye

Parlamentereke HDPê dibêje, li gor peymanên Netewên Yekgirtî, hebûna artêşa Tirkiyê li Efrînê dagîrkerî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentereke HDPê dibêje, li gor peymanên Netewên Yekgirtî, hebûna artêşa Tirkiyê li Efrînê dagîrkerî ye.

Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, di parlamentoya Tirkiyê de civîneke rojnamevanî lidar xist û mijarên girîng yên rojevê nirxandin.

Beştaş got, Serokomarê Tirkiyê li aliyekî dibêje, Efrîn dagîr nekirine, lê li aliyê din jî dibêje, ewê Parêzgarê Efrînê diyar bikin.

Da zanîn, Efrîn di nav sînorên Sûriyê de ye û ji ber vê yekê, li gor peymanên Netewên Yekgirtî, hebûna Artêşa Tirkiyê li Efrînê dagîrkerî ye.

Da xuyakirin, hin lîstik û şano hene ku hemû televîzyon heman dîmenan nîşan didin ku qaşo çawa baş nêzîkî xelkê dibin, lê ew hemû derewin. Hemû şêniyên Efrînê jiber zordariya Tirkiyê, Efrîn vala kirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, piştî êrîşa 2 mehan roja 18ê Adarê derbasî Efrînê, li gor raportên Netewên Yekgirtî jî, nêzîkî 200 hezar Efrînî koçber bûne.

 

S. B