Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya koçberên Efrînê dike
Heyva Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurd kerwanek ji alîkariyan ku ji 15 hezar kertonên xwarinê pêk tê ji koçberên Efrînê yên ku Herêma Şehbayê bicih bûne birê dike.
K24 – Qamişlo
Heyva Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurd kerwanek ji alîkariyan ku ji 15 hezar kertonên xwarinê pêk tê ji koçberên Efrînê yên ku Herêma Şehbayê bicih bûne birê dike.
Endamê Heyva Sor a Kurdistanê Şêxmûs Mosa ji K24ê re got: “Niha em 15 hezar selikên xwarinê çê dikin, anku nêzîkî 400 ton ji xwarinê û dema her çend barhilgir amade dibin, em wan birê dikin. Sibe 4 barhilgir birê dikevin, duh jî 2 barhilgir ku ji 1600 selik gihîştin wir, 6 barhilgirên din jî ji kelûpelên metbexê tên amadekirin.”
Endamê Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman jî dibêje: “Ji ber ku em di gelek deveran re derbas dibin û jê jî deverên rêjîmê re derbas dibin ku ew jî rênimayên xwe yên taybet distîne, loma hin caran karwan bi derengî dikeve. Biryara îro û sibe 11 barhilgir birê bikevin, 5 barhilgir selikên xwarinê ne û 6 barhilgirên din jî ji kelûpelên metbexê. Herwiha emê 2 barhilgirên din dermanan birê bikin û ambulansek jî birê kiriye.”
Alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd û ya Kurdistanê ji bo xelkên Efrînê bi birê dikin, ji aliyê xelkên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropa û yên li Herêma Kurdistanê ve têne pêşkêşkirin.