Li 37 gundên Diyarbekir qedexe hat ragihandin
Qedexeya derketina derve li 37 gundên 2 navçeyên Diyarbekirê hate ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qedexeya derketina derve li 37 gundên 2 navçeyên Diyarbekirê hate ragihandin.
Parêzgariya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de da zanîn, bi armanca encamdana operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê, qedexeya derketina derve li 37 gundên 2 navçeyên Lice û Hênê Diyarbekirê hat ragihandin.
Parêzgariya Diyarbekirê aşkere kir, qedexe îro sibê dest pê kiriye û dê heta fermaneke din berdewam be.
Ji aliyê xwe ve, peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, operasyona li dijî gerîlayên PKKê li Licê û Hênê ji vê sibê ve dest pê kiriye.
S. B