Di teqînekê de 2 leşkerê Tirk li Efrînê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê ragihand, di encama teqîna bombeyekê li Efrînê 2 leşkerê artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ragihand, di encama teqîna bombeyekê li Efrînê 2 leşkerê artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Serokerkaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqîna bombeyeke vedayî li bajarê Efrînê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Serokerkaniya Tirkiyê aşkere kir jî, bi kuştina van 2 leşkerên Tirk, hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê ji destpêka operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê di 20ê Çileya bûrî ve gihîştiye 51 leşkeran.

Li gor zanyariyên Kurdistanê, duhî di encama teqîna bombeyeke vedayî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê 6 kes ji yek malbatê şehîd bûn.

Herwiha li gundê Qêsim jî bombeyeke vedayî bi mala Betal dîko de teqiya di encamê de Mihemed Ehmed Memkê şehîd bû û Betal Dîko û Tahir Dîko jî birîndar bûn. Bombeyeke vedayî li gundê Meydankê teqiya û xortek ji malbata Hemdoş şehîd bû.

Li gor çalakvanên didin zanî, ku gelek mîn û bombe li mal û avahiyên Efrînê hatin çandin û dema xelkê Efrînê vedigerin ser mal û milkên xwe, ew bombe bi wan de diteqin.

Piştî vekişîna YPGê ji Efrînê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî şerê 2 meha di roja 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn, lê ta niha nayê zanîn kîjan aliyê ew bombe li mal û avahiyên Efrînê de çandine.

 

S. B