"Hindik maye tevahiya Til Rif'et bê kontrolkirin "

Ji bo kontrolkirina bajarê Minbic jî, şandeke wezareta derve ya Tirkiyê serdana Amerîka dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya ser bi opozisyona Sûryê ve belav kiriye, ku Artêşa Azad û artêşa Tirkiyê tenê yek kîlometrê ji navenda Til Rif'et dûr in.

Heman jêderî ji zimanê serkirdeyekî Artêşa Azad veguhestiye, ku artêşa Tirkiyê û ya Azad duh derbasî Til Rif'et bûn, lê hîn tevahiya wî bajarokî kontrol nekirine û niha ew li bendî derketina serbazên Rûsî û yên Hikûmeta Sûryê ne.

Herwiha hin jêderan ji nav Til Rif'etê ji medya opozisyonê re ragihandine, ku artêşa Tirkiyê tenê yek Kîlometrê ji navenda wî bajarokî dûr e û di çend demjimêrên dahatî de, wê bi temamî kontrol bike.

Li aliyekî di, şandeke wezareta derve ya Tirkiyê, ji bo çarenivîsa bajarê Minbic serdana Amerîka dike.

Hat ragihandin, ku Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Umît Yalçin, wê di 30'ê vê mehê de, serdana Amerîka bike û li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka wê behsa pêşeroja Minbicê bike.

Girêdayî heman mijarê, duh Wezîrê Bergiriya Amerîka da xuyakirin, ku di warê ewlekariya Tirkiyê de, pirsa PKKê giring e û ew dixwazin bibînin ku PKK bi temamî ji Şingalê vekişiya ye.

Îro jî berpirsên Heşda Êzdî, ku girûpeke ser bi Heşda Şeibî ya Iraqê ve ye, derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Şingalê û hebûna hêzên çekdar yên ser bi PKKê ve li wê deverê got: "Fermandarên Iraqê li Şingalê bi PKKê re civiyan û PKKê tevahiya doseyên ewlehiyê radestî hêzên Iraqî kirine".

N.O