Herêma Kurdistan û Iraq li ser Kerkûkê lihev dikin

Peyvdarê PDK: Doseya Kekrûkê û navçeyên din yên Kurdistanî, wek yek pakêc tê gotûbêjkirin, ji bo nehiştina kêşeyan, heya ku madeya 140 ya destûrê were bicîkirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kuristanê, li gel Hikûmeta Iraqê, bizavan dike ji bo îdareyeke hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, pêk bînin û gavên baş ber bi vê meremê ve hatine avêtin.

Diyaloga di navbera berpirsên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistande de, gihiştiye astekî, ku herdu alî nêzîkî rêketinê bûne, ji bo pêkanîna îdareyeke hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma, heya çarenivîsa Kerkûkê û wan navçeyan bi riya madeya 140 ya destûra Iraqê were yekalîkirin.

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku "Diyalog derbarê Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî li derveyî îdara Herêma Kurdistanê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ew dosye wek yek pakêc tê gotûbêjkirin, ji bo nehiştina kêşeyan, heya ku madeya 140 ya destûrê were bicîkirin û  mîkanîzmeke hevbeş wê bê dîtin, ji bo rewş li wan navçeyan vegere pêş 16ê Cotmeha sala derbasbûyî".

Ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve, serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê û hejmarek ji endamên wê encûmenê li Hewlêrê ne, wek yekem pêngav jî, divê ew vegerin ser karên xwe li Kerkûkê.

Li ser wê yekê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji Kurdistan24ê re got: "Heger Hikûmeta Iraqê destûrê bicî bike, kêşeyên me namînin, bi taybetî madeya 140 ku hemû kêşeyan yekalî dike".

Ev jî di demekê de ye, heya niha Hikûmeta Iraqê ti daxuyaniyeke fermî derbarê gotûbêjan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nedaye, tenê daye xuyakirin, ku ew bizavan dikin, li wan navçeyan ti pêkhateyek neyê paşguhkirin.

N.O