Şerefxan Cizîrî pirtûkek bi navê “Edebiyat Devkî û Şer” çap kir

Nivîskar Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe de balê dikişîne ser giringiya dengbêjan û edebiyata devkî ya dîroka Kurdistanê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Nivîskar Şerefxan Cizîrî pirtûkek bi navê Edebiyata Devkî û Şer nivîsî ku tê de behsa mijarên û sedemên şerên li xaka Kurdistanê rû dane dike û balê dikişîne ser giringiya dengbêjan û edebiyata devkî ya dîroka Kurdistanê.

Ji aliyê lêkolîner û Nivîskar Şerefxan Cizîrî ve pirtûkek bi navê “Edebiyata Devkî û Şer” hat nivîsîn. Pirtûka ku bi keda salan hatiye nivîsîn sûd ji gelek dengbêjan, pirtûkan û belgeyan wergirtiye û ji aliyê felesefî û civaknasî ve analîza hêmana şer dike û sedem, mijar û encamên şerên li xaka Kurdistanê rû dane dinirxîne.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî dide zanîn ku pirtûka wî xebata 10 salan e, lê ji destpêka nivîskariya xwe ve ew li ser vê mijarê kur bûye û amaje dike ku Kurdan gelek caran şer ji bo bidestxistina azadiyê dane û her wiha din ava sedemên şerên rû dane de jî evîn jî heye, ol jî heye û her wiha gelek sedemên din ên civakî jî hene.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Ez dikarim vê bejim ku şerê civata me de rû dane ser 4 bingehan e. Şerê Kurdan û dewletê ku Kurd li dijî dagirkeran şer kirine. Li aliyekê eşîrên Kurdan şerê hev kirine. Malbat û bavikan nav hev de şerê hev kirine û meseleya dînî ye. Şerê elewiyan, sunneyan û êzîdiyan. Ev mijara şer mijarekî pirr kur e.”

Nivîskar Şerefxan Cizîrî bi pirtûka “Edebiyata Devkî û Şer” balê dikêşe ser girîngiya Edebiyata Devkî ya ji bo Kurdan û tîne zimên ku divê Kurd tê bigihîjin ku Edebiyata Devkî gelek girîng e bo hemu beşên dîroka Kurdistanê çavkaniyek dewlemend e. Cizîrî di wê baweriyê de ye ku Kurd dikarin bi têgihiştina Edeyata Devkî xwe baştir pênase bikin û xwe ravekirin.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî dibêje: “Divê ev belgeyên dîrokî yanî dîroka ku bi devkî heye, bi rêya dengbêjan, bi rêya çîrokan, bi rêya gotinên herêmî  bê parastin. Ez di wê baweriyê de me ku Edebiyata Devkî bi tevahî fireh dikare alîkariyekî gelek baş bide dîroka me ya ku gelek carî bin bandora dewletan û dewletên dagirker de maye rizgar bike ji bin bandora wan. Îca heke em vana rizgar bikin û bikin nivîskî em dikarin sosyolojiya cıvata xwe jî fêr bibin.”

Şerefxan Cizîrî di Pirtûka “Edebiyata Devkî û Şer” a ku ji 328 rûpelan pêk tê de bi giştî çarçoveya pênaseya şer a gerdûnî jî pêşkêşî xwîneran dike û bi teybetî jî renge şer ê di erdnîgariya Kurdistanê de rû daye jî vedibêje û têgijhiştana şer a civakî ya Kurdan dinirxîne ku ev yek dêrûnî û çanda civakê jî dide nîşan.