Li Pîranşarê 4emîn Festîvala Şanoya Kolanê ya Zabê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya 14 komên şanoyê ji heft parêzgehan, çaremîn xula Festîvala Şanoya Kolanê ya Pîranşarê ku bi navê "Festîvala Şanoyê ya Zabê" tê naskirin, deriyên xwe li ber hezkiriyên hunerê vekir.

Ev festîval di sê xulên xwe yên berê de tenê li ser asta parêzgeha Urmiyeyê dihat lidarxistin, lê îsal asta wê bûye herêmî û li ser asta parêzgehên rojava û bakurê rojavayê Îranê birêve diçe. Hunermendên beşdar di berhemên xwe de bi piranî bal kişandine ser pirsgirêk û kêşeyên rojane yên civakê.

Di beşa pêşbirkê ya vê festîvalê de 13 kom ji parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Loristan, Hemedan û Azerbaycanê cih digirin; her wiha komek ji bajarê Meşhedê jî wekî mêvana taybet beşdar bûye.

Berpirsê Desteya Birêvebiriya Festîvalê Îdrîs Babexanî di daxuyaniyekê de diyar kir, wan girîngiyeke mezin daye şanoyên rexneyî û tenz û got: "Di nirxandina şanoyên beşa sereke de, me pirtir giranî da ser pirsgirêkên civakê û me pêşengî da mijarên mîzahî, da ku em di vê rewşa dijwar de kenê bixin ser lêvên welatiyan û bikarin di van mercên xerab ên civakê de tiştekî bo xelkê pêşkêş bikin."

Berpirsê Giştî yê Şanoyê yê Parêzgeha Urmiyeyê Umîd Xakpûr jî destnîşan kir ku di xulên borî de xelkê bi coşeke mezin pêşwazî li festîvalê kiriye û got: "Di roja yekem a vê xulê de jî me heman dilgermî dît. Hêviya me ew e ku heta dawiyê xelkê hunerhezkirî û rewşenbîr ê Pîranşarê bi heman germiyê piştgiriya şanoyê bike."

Welatiyê bi navê Ebdulrehman Ehmedî derbarê festîvalê de got: "Şanogeran bi rengekî gelekî nûjen û bi zimanê xelkê karîne derd, kul û azarên civakê bînin ser dikê û peyama xwe bigihînin temaşevanan. Min bi çavên xwe dît ku kalûpîr, kesên nexwende, jin û zarok hemû li vir bûn û bi kelecan temaşe dikirin."

Ji bo festîvala îsal, 82 berhem ji parêzgehên rojava û bakurê rojavayê Îranê û 2 berhem jî ji Herêma Kurdistanê gihiştibûn destê komîteya amadekar. Piştî nirxandina desteya dadweran, ji nava wan tenê destûra beşdarî û pêşandanê ji bo 14 şanoyan hat dayîn.

Festîval dê sê rojan çalakiyên xwe bidomîne û bi xelatkirin û danasîna komên serkeftî bi dawî bibe.