Tirkiye ji Iraqê re: Av beramberî PKK
Tirkiye: Pêwîst e Iraq çalakiyên PKK li ser axa xwe qedexe bike û heger wî karî neke, wê demê Enqere neçar dibe bi wî karî rabe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê, ragihand ku giring e çekdarên PKK ji Bakurê Iraq û Sûrya "Başûr û Rojavayê Kurdistanê" bên dûrxistin û hişyarî da, ku Enqera wê tedbîrên pêwîst ji bo vê mebestê bistîne.
Li ser çalakiyên PKK li "Bakurê Iraqê" anku Başûrê Kurdistan, Encûmena Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê ragihand, pêwîst e Iraq çalakiyên PKK li ser axa xwe qedexe bike û heger wî karî neke, wê demê Enqere neçar dibe bi wî karî rabe.
Di daxuyaniyeke wê Encûmenê de, ku ajansa Anadolê belav kiriye, hatiye ragihandin, ku Tirkiye li bendî Iraqê ye heya çalakiyên PKK li Qendîlê û Şingalê û navçeyên din qedexe bike û rê nede PKK ku ji nav axa Iraqê êrîşî Tirkiyê bike, ger na, wê Tirkiye wî karî bike.
Li gorî heman daxuyaniyê, heger li Minbic jî "terorîst" neyên dûrxistin, wê Tirkiyê bê dudilî destpêşxeriyê bike û wan ji deverê dûr bixe.
Li aliyekî din, rojnameya "El-Erebî El-Cedîd" belav kiriye, ku Tirkiye dixwaze doseya ava Dicle û Furatê wek kartekê beramberî Iraqê bikar bîne, daku çalakiyên PKK qedexe bike.
N.O