Îran dixwaze bandora xwe liser hilbijartinên Iraqê bike

Ligor rojnameya El-Erebie ya Iraqî liser zarê serkaniyek siyasî Iraqî, Tehranê fermanbarê Hêza Qudis Qasim Silêmanî hinartiye Bexdayê ji bo çareseriya aloziyên aliyên Şîa yên Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya El-Erebie ya Iraqî liser zarê serkaniyek siyasî Iraqî, Tehranê fermanbarê Hêza Qudis Qasim Silêmanî hinartiye Bexdayê ji bo çareseriya aloziyên aliyên Şîa yên Iraqê.

Heman rojname diyar dike ku, aliyên Şîa aloziya wan a sereke liser post a Serokwezîriyê ye. Tê gotin ku, Silêmanî li gel aliyên Şîa civînek lidar xistiye û xwestiye Şîa yek kandîd ji post a Serokwezîriyê ye destnîşan bikin.

Ligor El- Erebie aloziyên aliyên Şîa berdewam dikin, jiber ku her aliyek dixwaze kandîd û wan derkeve pêş.

 

C.B