Artêşa Tirk û Çekdar nahêlin xelkê Efrînê vegerin malên xwe
Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan dibêje, Artêşa Tirkiyê û hêzên Opozîsyonê nahêlin xelkê Efrînê vegerin malên xwe
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan dibêje, Artêşa Tirkiyê û hêzên Opozîsyonê nahêlin xelkê Efrînê vegerin malên xwe.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehand ku, fesîleyên Opozîsyonê û Artêşa Tirkiyê rêgiriyê li vegera xelkê Efrînê dikin. Herweha bi hezaran malbat li çolan dimînin û di rewşeke xerab de dijîn, ku nêzîkî rêbendên wan bicih dibin
Rewangehê da zanîn ku, heta niha girtin û dizî ji aliyê hêzên Opozîsyonê ve li wê deverê berdewam e û got, dê ev kiryar tirsê li cem wlê xelkê çêbike, yên ku dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.
C.B