Operasyon liser Til Rifet destpê nekiriye

Mêdya Opozisyona Sûriyê ji zimanê serkirdeyê Artêşa Azad ê bi navê Ramî Ebu Behcet veguhestiye, ku ew dê îro dest bi operasyonekê li bajarê Efrînê bikin, ji bo eşkerekirina şaneyên YPG li wî bajarî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyek Artêşa Azad ragihandiye, heta ew Efrîn bi temamî garantî nekin, Operasyona Til Rif'et destpê nake.

Mêdya Opozisyona Sûriyê ji zimanê serkirdeyê Artêşa Azad ê bi navê Ramî Ebu Behcet veguhestiye, ku ew dê îro dest bi operasyonekê li bajarê Efrînê bikin, ji bo eşkerekirina şaneyên YPG li wî bajarî.

Wî serkirdeyê Opozisyonê gotiye, Operasyona Til Rif'etê heya  23 rojên din jî destpê nake, da ku prosêsên wan li Efrînê bidawî werin û xelkê Efrînê lê vegerin.

Red jî kir ku, karwanek serbazî yê Tirkiye derbasî Til Rif'et bû be, û got danûstandinên Rûsya û Tirkiyê derbarî Operasyona Til Rif'etê bidawî hatin e, lê encam eşkere nekir.

berî çendîn rojan medya Tirk ragihandibû ku, Artêşa Tirk Operasyon dijî Til Rifat encam da ye û kontrol jî kiriye.

 

 

C.B