Trump: Em di demek nêzîk de ji Suriyê vedikişin
Serokê Amerikayê Donald Trump ragihand ku, ew dê di demek nêzîk de ji Suriyê vekişin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerikayê Donald Trump ragihand ku, ew dê di demek nêzîk de ji Suriyê vekişin.
Donald Trump herweha got ku, ew dê rê bidin aliyên din çareseriyê ji aloziya Suriye re peyda bikin.
Trump daxûyaniya xwe li herêma Ohio anî ziman.
Serokê Amerikayê diyarkir ku, “Egera hebûna wan li Suriye DAIŞ bû, sedemek din nebû. Niha jî dikarin bêjin ku, heta radeyek bilind gihiştine vê armanca xwe. Bila niha aliyên din bi aloziya Suriye re mijûl bibin”.
Her berî ragihandina Trump, Peyvdara Pentagon Dana White di presskonferansekê de ragihand ku, Hêzên Sûriya Demokrat hevpeymanên wan e û di alîkarîkirina wan de berdewam dibin..
C.B