Macron ligel Şandeke Rojavayê Kurdistanê civiya

Li gor ajansa Reuters, Şandeke Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elysee civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor ajansa Reuters, Şandeke Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elysee civiya û behsa rewşa Efrînê û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Berpirsekî Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku, şanda wan ji tevahiya pêkhateyên Rojava bû, û tê çaverêkirin Fransa  helwesteke giring derbarê Rojavayê Kurdistanê bike.Reuters ev yek jî belav kiriye ku, heta niha Serokatiya Fransa ev nûçe piştrast nekiriye. 

 

C.B