Macron ligel Şandeke Rojavayê Kurdistanê civiya
Li gor ajansa Reuters, Şandeke Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elysee civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor ajansa Reuters, Şandeke Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Koşka Elysee civiya û behsa rewşa Efrînê û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Berpirsekî Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku, şanda wan ji tevahiya pêkhateyên Rojava bû, û tê çaverêkirin Fransa helwesteke giring derbarê Rojavayê Kurdistanê bike.Reuters ev yek jî belav kiriye ku, heta niha Serokatiya Fransa ev nûçe piştrast nekiriye.
C.B