5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li bajarê Sêrtê û Diyarbekirê yên Bakurê Kurdistanê 5 leşker hatin kuştin 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeya
Li bajarê Sêrtê û Diyarbekirê yên Bakurê Kurdistanê 5 leşker hatin kuştin 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.
Hat zanîn li bajarê Sêrtê bajaroka Dihê gerîlayên PKKê êrîşî ser Bingha Leşkerî ya Ormanardiyê kirine û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û 7 leşker jî birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, duhî li bajarokê Hazroyê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derket di encama şerekî de 6 leşker birîndar bûbûn.
Herwiha Parêzgeriya Diyarbekirê got jî, di çarçoveya berdewamiya wê pevçûnê de li dijî gerîlayên PKKê operasyon kirine û 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Di derbarê şerê Diyarbekirê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
S. B