Fransa hêzekê dişîne Minbicê
Serokê Fransayê Emmanuel Macron soza da fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hêzeke leşkerî bişîne Minbicê û rê li ber çûna artêşa Tirkiyê ji nava Minbicê re bigire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê Emmanuel Macron soza da fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hêzeke leşkerî bişîne Minbicê û rê li ber çûna artêşa Tirkiyê ji nava Minbicê re bigire.
Ajansa “AFP”a Fransî belav kir, Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî pênçşemê pêşwazî li şandeke Kurd û Erebên Sûriyê kir.
Koşka Elysee di wê derbarê de ragihand, Macron pêşniyaza navbînkariyê di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.
Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Fransayê jî, Macron piştevaniya xwe ji bo aramiya bakurê Sûriyê tekez kiriye.
Ev soza Fransayê piştî wê tê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 18ê Adarê bajarê Efrînê dagîrkirin, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew ji piştî Efrînê biçin Minbicê.
Serokê Amerikayê Donald Trump ragihandibû, ewê di demek nêzîk de ji Sûriyê vekişin. Lê Peyvdara Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert di kongreya xwe ya rojnamevanî de ragihand ku, “Ew ji daxuyaniya Trump ne agahdar in”.
S. B