Enqere navbênkariya Serokê Fransayê red dike

Tirkiye banga navbeynkariyê ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ya di navbera Tirkiye û HSDê de red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye banga navbeynkariyê ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ya di navbera Tirkiye û HSDê de red dike.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, helwesta Frnasayê ne cidî ye. Ew di navbera rêxistinên terorê û Tirkiyê de daxwazên wekî navbeynkarî û danûstandinê red dikin.

Li gor Kalin, PKK hewl dide xwe bi navê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) rewa bike. Navên cuda cuda nikare nasnameya rêxistina terorê veşêre. Helwesta Tirkiyeyê beramberî vê siyasetê zelal e.

Fransayê Emmanuel Macron duh pêşwazî li şandeke Kurd û Erebên Sûriyê kiribû û daxwaza girtina rola navbênkariyê di navbera Tirkiye û HSDê de kiribû.

Ev soza Fransayê piştî wê tê, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 18ê Adarê bajarê Efrînê dagîrkirin, Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got, ew ji piştî Efrînê biçin Minbicê.

 

S. B