Li Soran Pêşmergeyekî HDKAyê hat terorkirin

Pêşmerge û Kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku wek (HDKA) tê naskirin Ehmed Îranî îro li Soranê hate terorkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşmerge û Kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku wek (HDKA) tê naskirin Ehmed Îranî îro li Soranê hate terorkirin.

Wê derbarê de Nûnerê HDKA Mihemed Qadirî ji K24ê re ragihand, îro danê sibê demjimêr 06:00 Emîr Ehmedî (Ehmed Îranî) yê ji bajarê Nexedê yê Rojhilatê Kurdistanê ye li qezaya Soranê yê Başûrê Kurdistanê hat terorkirin.

Got jî, ew Pêşmerge HDKAyê ye û bi serdanekê hatibû Sorana Başûrê Kurdistanê.

Ji heyama meha bûrî ve, ev sêyem bûyera kuştin û terorkirina Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKA) li Herêma Kurdistanê ye.

 

S. B