2 leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê hatin kuştin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kuştina 2 leşker û birîndarbûna 5 leşkerên xwe ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kuştina 2 leşker û birîndarbûna 5 leşkerên xwe ragihand.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon li hejmara xwe tûra civakî “Twitter“ belav kir, şeva bûrî li Sûriyê û di encama teqîna bombeyeke vedayî 2 leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî canê xwe jidest dan û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

Got jî, 5 leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û tên dermankirin.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî bêyî ku zanyariyên din belav bike, got, lêkolîn derbarê wê bûyerê de berdewam in û dê navên her du leşkeran ji aliyê desthilatên niştimanî yên pêwendîdar ve bêne ragihandin.

 

S. B