Xelkê Efrînê bera delegasyona Rûsî da

Delegasyonek Rûsyayê bi alîkariyên mirovî hatin Şehba, ji bo ku “alîkariyê” bigihînin Efrîniyên ku mişextî Şehba bûn e. Xelkê Efrînê bera delegasyona Rûsî da û nexwest alîkariyên wan jî bigre

K24 – Navenda Nûçeyan

Delegasyonek Rûsyayê bi alîkariyên mirovî hatin Şehba, ji bo ku “alîkariyê” bigihînin  Efrîniyên ku mişextî Şehba bûn e. Xelkê Efrînê bera delegasyona Rûsî  da û nexwest alîkariyên wan jî bigre.

Delegasyona Rûsyayê li hember vê sekna Efrîniyan nekarî li deverê bimîn e û dever terk kirin.

Xelkê Efrînê Rûsya bi tewanbarek sereke ya mişextîbûn a xwe û dagîrkirina bajarê xwe binav kir û diyarkir ku, Rûsya sedema mişextîbûn a wan e.

 

C.B