Nezelalî di pirsa vekşiyane Hêzên Amerîkî ji Suriye
Berpirsek ji rêveberiya Amerîka dibêje, heta niha Trump biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Suriyê neda ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsek ji rêveberiya Amerîka dibêje, heta niha Trump biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Suriyê neda ye.
Du berpirsên rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, bê ku navên xwe eşkere bikin, ji Ajansa Reutersê re ragihandin e, Trump ji şêwirmendên xwe re gotiye, ew dixwaze di zûtirîn dem de hêzên Amerîka ji Suriyê vekişîne.
Yek ji wan berpirsan gotiye, piştî jinavbirina DAÎŞê Amerîka dixwaze welatên deverê rolek di peydakirina aramiyê de bilîzin, û ragehandiye, ku ta niha ew siyaseta ne rûn e.
Berpirsê din ê rêveberiya Amerîka ragihandiye ku, şêwirmendên Trump ên asayişa niştîmanî jê re gotin e, divê hejmareke kêm ji hêzên wan li Suriyê bimînin, da ku DAÎŞ bi temamî jinav bibin û rê nedin Suriyê bibe bingehek Îranî.
Wî berpirsî herweha got, berpirsên bilind ên asayişa netewî ya Amerîka li Koçka Spî, di wê derbarê de civiyabûn, lê li ser stratejiya Amerîka li Suriyê lihev nekirin. Got jî, heta niha Trump biryara vekişyanê neda ye.
C.B