"Parêzgarê sepandî malên xelkê wêran dike"
Mihemed Xorşîd: Ji bilî hêzên Pêşmerge, ti hêzeke din nikare parastina ewlehiya parêzgeha Kerkûkê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Parêzgarî Kerkûk bi wekalet, bi mebesta bangeşeya hilbijartinan, astengiyan ji taxên Kurdî re derdixe.
Berpirsê Liqê 3ê yê Partiya Demokrata Kurdistanê Mihemed Xorşîd, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku "Biryara wêrankirina xaniyên welatiyên Kurd bi bihaneya ku malên wan bizêdegavî li Kerkûkê hatine avakirin, wê yekê dide xuyakirin, ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dixwaze, ji bo bangeşeya hilbijartinan Kurdan bike armanc, dibe ku destpêkê dukanan wêran bike û piştre jî dest bi wêrankirina xaniyên welatiyan bike".
Got jî: "Rewşa Kerkûkê gellekî xirab e û di çend rojên derbasbûyî de, çendîn êrîş hatine tomarkirin, ku ji encamê, bi kêmanî 5 endamên hêzên Iraqî hatine kuştin hejmarek ji wan birîndar bûne, ji bilî wê yekê jî, çekdarên DAIŞê li hin gundan girtine ser malên xelkê û dest bi kuştin û girtinê kirine".
Mihemed Xorşîd tekez kir, ku "Ji bilî hêzên Pêşmerge, ti hêzeke din nikare parastina ewlehiya parêzgeha Kerkûkê bike".
N.O
Di çend rojên derbasbûyî de, parêzgarê biwekalet yê Kerkûkê, biryar da, ku di bin navê zêdegaviyan de, xaniyên welatiyên Kurd li Kerkûkê bên herifandin.
Di 16 Cotmeha sala derbasbûyî de, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi alîkariya Îranê, bajarê Kerkûkê dagîr kirin.