Pirsa Efrînê diçe paytexta Fransayê
Şandeke Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi fermî ji aliyê Koşka Elysee hatibû vexwandin û di hevdîtinekê ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron de rewşa Efrîn û rewşa siyasî ya Sûriyê guftûgo kirin. Endemekî wê şandê jî wê hevdîtinê bi erênî binav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi fermî ji aliyê Koşka Elysee hatibû vexwandin û di hevdîtinekê ligel Serokê Fransa Emmanuel Macron de rewşa Efrîn û rewşa siyasî ya Sûriyê guftûgo kirin. Endemekî wê şandê jî wê hevdîtinê bi erênî binav dike.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ji ajansa “Ferat” a nêzîkî PKKê re axivî ş ragihand; “Hevdîtina me di demeke hestiyar de bû û ji me re diyar bû ku gotinên Tirkiyê yên derbarê dagîrkirina Minbicê bakurê Sûriyê pûç in. Ev jî di axaftina Macron de zelal bûn.”
Rêdûr Xelîl diyar kir, “Wek şandeke leşkerî û siyasî ya Bakurê Sûriyê bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Fransayê û Koşka Elysee hatin vexwandin. Bêgûman hevdîtineke girîng bû û encamên wê gelekî erênî bûn. Bakurê Sûriyê û bi taybet Efrîn di rewşeke taybet de ye, ev jî babeteke guftûgoya me bû. Me zêdetir taybet xiste ser rewşa Efrînê û dagîrkirina Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad jê re. Ji bo Efrîn vegere rewşa berê û gelê Efrînê di bin serperiştiya navdewletî de vegere ser xaka xwe û alîkarî bigihin gelê Efrînê yê niha koçber bûye.”
Li ser şandina hêzeke leşkerî ya Fransayê ji Bakurê Sûriyê re, Rêdûr Xelîk got: “Aliyê Fransî bi zelalî niyaza xwe ya şandine hêzeke leşkerî derbirî. Ev jî tê wateya ku Tirkiye bi hemû gefên xwe nikare gefên xwe cibicî bike û ev yek di axaftina Serokê Fransayê de bi awayekî zelal hat.”
Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Fransayê de berve aloziyê diçin, bi taybet ku pêr Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, Fransa hêzê dişîne Minbicê û rê nade Tirkiye êrîşî wê bajarî bike.
Ev helwesta Fransayê bû cihê nerazîbûna Tirkiyê û tenê di çend demjimêrên bûrî de her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Peyvdarê Serokatiyê Îbrahîm Kalin, Serokwezîr Binalî Yildirim, Cîgirê Serokê Hikûmetê Bekir Bozdag û Wezîrê Derveyê Mewlûd Çawîşoglu daxuyaniyên cuda li dijî Fransayê dan.
Di nûtirîn daxuyanî de jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, “Amadeyiyên me ji bo Operasyonên liser Minbic, Girê Spî, Serê Kaniyê, Hesekê herweha nav Iraqê jî di asta dawî de ne. Mafê kesî jî nîn e me rexne bike.”
S. B