Hakim Zamilî: Rêgirî tine ye ku rêbendên hevbeş yên Pêşmerge û artêşê bên danîn

Hakim Zamilî: Ti rêgirî li ser danîna rêbendên Hevbeş yên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraq tine ye, lê ev pêngav pêwîstî bi dem û rêketinê heye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê komîteya ewlehiyê û bergiriyê di Perlemana Iraqê de Hakim Zamilî ragihand, rêgirî li cem wan tine ye ku rêbendên hevbeş yên Pêşmerge û hêzên Iraqî bên danîn.

Hakim Zamilî di konfiransekî rojnamevanî de li bajarokê Xurmatû ragihand, ku ti rêgirî li ser danîna rêbendên Hevbeş yên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraq tine ye, lê ev pêngav pêwîstî bi dem û rêketinê heye.

Zamilî got: "Ji bo nehiştina çekdarên DAIŞê, hêzên Iraqî wê operasonan li dijî wê girûpê, li navçeyên sînorî li bajarokê Hewîce û navçeyên din encam bidin".

Navhatî diyar kir, ku ew bi belavkirina hêzên Iraqî li navçeyên Hewîce û rojavayê Kerkûkê, nameyekê rastî fermandeya giştî ya hêzên çekdarên Iraqê dikin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Komîta Ewlehiyê û Bergiriyê di Perlemana Iraqê de, li wê yekê mikur hat ku, hin alî petrolê li başûrê Kerkûkê û Xurmatû didizin û ew alî ser bi Hikûmeta Iraqê ve ne.

Hakim Zamilî zelal kir, ew aliyên petrolê didizin, wan mifa ji rewşa nû ya li Xurmatûyê dîtine.

N.O