Îran: Selman nizane çi dibêje!
Behram Qasimî gotinên tund hemberî Selman bikar anîn: “Ev kesê nezan, bêezmûn û xeyalperestê şer, nizane çi dibêje”...
K24 – Navenda Nûçeyan
Daxûyaniya Mîrzayê Erebistana Siûdiyê Muhammed bin Selman, ku ger çareseriyek neyê dîtin, di navbeyna 10-15 salan dikarin bi Îranê re şer bikin, ji alî Îranê ve bi tundî hate rexne kirin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Komara Islamî Behram Qasimî gotinên tund hemberî Selman bikar anîn: “Ev kesê nezan, bêezmûn û xeyalperestê şer nizane çi dibêje. Dîrok nexwendî ye û bi rawêjkarek zana re jî ne şêwirî ye”.
Selman di hevpeyvîna xwe ligel kovara Wall Street Journal de diyarkiribû ku, “ger çareseriyek neyê dîtin, di navbeyna 10-15 salan dikarin bi Îranê re şer bikin…”
C.B